Li Minbicê 4 endamên asayişê hatin kuştin

Asayişa li bajarê Minbicê ragihand, ku girûpeke çekdar êrîşî xaleke wan ya pişkinînê kir û di encamê de, 4 endamên wan hatin kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Asayişa li bajarê Minbicê ragihand, ku girûpeke çekdar êrîşî xaleke wan ya pişkinînê kir û di encamê de, 4 endamên wan hatin kuştin.

Di daxuyaniyekê de, asayişa bajarê Minbicê diyar kir, ku derengê şevê din, komeke çekdar êrîşî xala Şiwêha Xiznewî li gundewarê Minbic kir û  di encama êrîşê de, 4 endamên wan ku li ser erkê xwe bûn, hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya asayişê, heya niha ew girûpa çekdar nehatiye naskirin, lê tîmên wan lêkolînên xwe berdewam dikin.

N.O