Ebdulmehdî: Pêwendiya Hewlêr û Bexda baş e
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Îraqê radighîne, van nêzîkan ew dê hemû pirsgirêkên di derbarê şandina petrola Kerkûkê digel Hewlêrê çareser bikin, û tekez kir pêwendiyek baş di navbeyna Hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di kongreyê xwe yê rojnamevanî yê heftane de ragihand, Pêwendiyek baş digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene, û van nêzîkan pirsgirêkên di derbarê şandina petrola dê çareser bikin.
Di derbarê kabîneya nû ya Hikûmetê de, ku heta niha 8 wezîr man e ku deng li ser wan bê dayîn, Ebdulmehdî got, di demek kêm de, dê kabîne were temam kirin.
C.B