Amerîka lêpirsînê bi Gulen re dike

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoxlu eşkere kir, ku Nivîsgeha Lêkolînên Federalî ya Amerîkî (FBI) lêpirsîn li gel serokê Tevgera Xizmet (Fethella Gulen) destpê kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoxlu eşkere kir, ku Nivîsgeha Lêkolînên Federalî ya Amerîkî (FBI) lêpirsîn li gel serokê Tevgera Xizmet (Fethella Gulen) destpê kiriye.

Mewlûd Çawîşoxlu diyar kir, ku Gulen bi binpêkirina yasayên Amerîkî tometbar e, û dozek li wî hatiye vekirin ku bankên Amerîka xapandiye û xwe ji dana bacan vedizî ye.

Berî niha çendîn caran Hikûmeta Tirkiyê Gulen bi pilandanîna kudetaya sala 2016an tometbar dikir û bi rijdî ji Amerîka daxwaz dikir, ku Gulen radestî Enqerê bike û rexneyên tund li Amerîka dikir ji ber ku Gulen li cem xwe akincî kiriye û red dikir ku wî radest bike, lê di dema dawî de û bi taybet piştî ku Hikûmeta Tirkiyê, keşeyê Amerîkî Andrew Brunson radestî Washingtonê kir, dengoyek belav bû, ku Amerîka jî erê kiriye, beramberî wê yekê, Fethella Gulen radestî Tirkiyê bike.

N.O