Urdin xwe nêzîkî rêjîma Sûryê dike

Medya Rûsî eşkere kir, ku ji bo yekem car piştî çendîn salan, şandeke Perlemana Urdinê wê serdana Şamê bike û egera encamdana bizavan ji bo bihêzkirina pêwendiyên Emman û Şamê gotûbêj bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Medya Rûsî eşkere kir, ku ji bo yekem car piştî çendîn salan, şandeke Perlemana Urdinê wê serdana Şamê bike û egera encamdana bizavan ji bo bihêzkirina pêwendiyên Emman û Şamê gotûbêj bike.

Li gorî hatiye ragihandin, wê şanda Urdinî li gel serokê Sûryê Beşar Esed  û wezîrê derve yê Sûryê Welîd El-Muelim bicive.

Berî niha, çendîn şand ji bazirganên Urdinî serdana Sûryê kirin, ku di encamê de, dergeha Nesîb di navbera herdu welatan de hat vekirin û serdana niha ya şanda Perlemana Urdinê, piştî vekirina dergeha Nesîb tê.

Dergeha Nesîb di 15 Cotmeha îsal de û piştî derbasbûna 3 salan ji girtinê, di navbera Urdin û Sûryê de, bi fermî hat vekirin.

N.O