Tirkiyê girûpeke tundrew ji Efrînê derdixe

Artêşa Tirkiyê li Efrînê, li gel hejmarek ji yekîneyên dijberiya Sûryê, dest bi operasyonekê li dijî girûpa (Şuheda`i El-Şerqiye) kiriye û dide xuyakirin, ku destê wê girûpê di kiryarên dizzî û talankirinê de heye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Artêşa Tirkiyê li Efrînê, li gel hejmarek ji yekîneyên dijberiya Sûryê, dest bi operasyonekê li dijî girûpa (Şuheda`i El-Şerqiye) kiriye û dide xuyakirin, ku destê wê girûpê di kiryarên dizzî û talankirinê de heye.

Her ji ber vê yekê, Tirkiyê qedexeya derketinê li Efrînê ragihand û şerê herdu aliyan di nav bajar de destpê kir.

Li gorî Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan, di encama şerê di navbera herdu aliyan de, 25 çekdar hatine kuştin.

Ji aliyê xwe ve, medya dijberiya Sûryê zelal kir, ku Tirkiyê ji girûpa Şuheda`i  El-Şerqiye xwetibû, ku çekên xwe deyne û hêza xwe hilweşîne, ji ber ku hêza wê nema tê qebûlkirin, lê girûpa navhatî daxwaza Tirkiyê red kiribû û di encamê de, Artêşa Tirkiyê operasyonek li dijî wê destpê kir.

Piştî destpêkirina operasyonê, bi navberiya girûpa Feyleq El-Şam, Artêşa Niştimanî ya ku Tirkiyê piştevaniya wê dike û girûpa Şuheda`i El-Şerqiye  gihiştin rêketinekê,li gorî wê rêketinê, wê Şuheda`i El-Şerqiye ji Efrînê derkeve û ber bi bajarokê Cindirêsê ve biçe.

Li gorî zanyariyan, şerê herdu aliyan vê sibehê rawestiya û Feyleq El-Şam dest bi derxistina malbatên çekdarên girûpa Şuheda`i Elşerqiye ji nav Efrînê kiriye.

N.O