Erdogan: Bi Rûsya re bazirganiyê digihînin 100 milyar Dolarî

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn îro bi armanca beşdariya rêwresma projeya gazê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, serdana Stenbolê kiribû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber temambûna beşa behrê ya Projeya TurkAkimê li Navenda Kongreyê ya Stenbolê merasimek hat lidarxistin. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn di merasimê da axivîn. 

Erdogan di merasimê da axivî û wiha got: "Em êdî gihîştin asta dawîn a Projeya TurkAkimê. TurkAkim ne bi tenê ji bo welat û miletê me, herwisa ji bo cîran û herêma me jî gelek avantajan di xwe da dihewîne."

Erdogan behsa Projeya TurkAkimê kir û got, Projeya TurkAkimê piştî ceribandinên ku wê di sala 2019an da bên kirin wê amade bibe. Em hatin cem hev da ku em şahidiya gaveke nû ya hevkariya di warê vejenê da bikin. Ez wekî îfadekirina wê pileya bilind dibînim ku peywendiyên Tirkiye û Rûsyayê gihîştine asteke bilind."

Herwiha Erdogan got, Rûsya dostekî biewle ye û di tedarikkirina xaza sirûştî da xwedî cihekî taybet e û wiha pê da çû: "Hevkariya me ya bi Federasyona Rûsyayê ra di qadeke berfireh da dewam dike. armanca me ew e ku em û Rûsya em bigihîjin qebareyeke bazirganiyê ya 100 milyar Dolarî. Tirkiye ji 1987an vir ve ji Rûsyayê 387 milyar metrekûp xaza sirûştî stendiye. Ev jî nîşan dide ku têkiliyên me yên di qada vejenê da ji hemû ceribandinan derbas bûne. Me tu wextî çarçoveya peywendiyên xwe yên bi Rûsyayê ra li gorî daxwaz û ferzkirinên welatên din durist nekir. Ez wisa bawer dikim hevkariya me ya bi Birêz Putîn û gelê Ûris re wê ji bo welatên me bibe mizginiya projeyên mezintir." 

Putîn di nava mehekê de cara duyemîn e serdana Tirkiyê dike. Herî dawî berî niha 3 hefteyan serdana Stenbolê kiribû û digel Almanya, Tikriye û Fransayê pirsa Sûriyê gengeşe kiribûn.

 

S. B