Pêşeroja zarokên Efrînê di metirsiyê de ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Efrînê rewşa Xwendin û dibistanan wek ya hemû warên din ên jiyanê di rewşeke gelekî xirab û aloz de ye û metirsî li ser pêşeroja nifşên Efrînê heye.
Proseya xwendinê li Efrînê 2 werz in di rewşeke gelekî xirab de ye. pêşeroja zarok û nifşên Efrînê jî di metisiyeke mezin ye. Werzê xwendinê yê 2017-2018an ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser Efrînê di 20ê meha Çila bûrî de û dagîrkirina Efrînê di 18ê Adarê de, hîşt ku xwendin raweste û nemîne.
Werzê xwendinê yê îsal jî 2018-2019an ji ber ku zêdetir ji 200 hezar welatiyên Efrînê koçber bûne di nava wan de bi hezaran xwendekar û mamoste. Ji aliyekî din ve, xelkê li Efrînê maye jî ji encama kiryar û binpêkirinên grûpên çekdar di rewşeke xirab û bêewle de dijîn, wê sedemê jî metirsî li ser xwendekar, mamoste û proseya xwendinê çê kiriye.
Îsal werzê xwendinê tevî gelek kêmaniyan, li Efrînê û hin navçe û gundê wê dest pê kir. Li ser vê babetê mamosteyekî ji Efrînê ku nexwast navê wî bê aşkerekirin ji K24ê ragihand, Dezgeha Perwerdehiyê ya Hataya Tirkiyê û ligel Encûmenên xwecihî yên Efrîn û navçeyên wê, îsal proseya xwendinê birêve dibin û hejmarek dibistan li Efrînê vekirine û hin pêwîstiyên xwendinê dabîn kirine.
Wî mamosteyî li ser minhacê xwendinê diyar kir, minhacên hikûmeta Sûrî ya Demkî ya opozîsyona Sûriyê li dibistanan didin xwendin û bi zimanê Erebî ye, li kêlek wê jî di hefteyê de çend demjimêr zimanê Îngilîzî û Tirkî û 4 demjimêr zimanê Kurdî tê xwendin, lê li gelek dibistanan ew 4 demijêrên zimanê Kurdî rastî astengiyan tên û bi awayekî rêk û pêk nayên dan, yek ji sedeman jî ew e kêmanî di hejmara mamosteyan de heye.
Wî mamosteyî amaje bi wê yekê kir, tevî hin rêxistinên ne fermî hin pêwîstiyên xwendinê û perawgeh (Qurtasiyê) pêşkêş kirine, lê hîna gelek kêmanî di dibistanan de hene, wek kêmbûna mamosteyan, pirtûkên xwedinê. Ji aliyekî din ve, werzê Zivistanê û serma li ber derî ye û gelek pêwîstî bi sotemeniyê û amadekirina fêrgehan heye. Herwiha hin dibistan jî di encama êrîşa artêşa Tirkiyê de rastî ziyanên mezin hatine û pêwîstiya wan bi nûjenkirinê hene.
Ev yek di demekê de ye, berî demekê medyaya Tirkiyê li ser zarê hin mamoste û şêwirmendên Tirk belav kirin, îsal werzê xwendinê li Efrînê bi 45 hezar xwendekar û 1500 mamoste dest pê kiriye.
Lê metirsiya rastî ew e, ji sala 2011an û bi destpêkirina krîza Sûriyê re, proseya xwendinê li Efrînê wek ya tevahiya herêmên Kurdî û Sûriyê di rewşeke xirab de derbas dibe. Bi taybet jî 2 werzên dawiyê, piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêş Tirkiyê û grûpên çekdar ve.
S. B