ENKS: Tirkiye di ber parasrtina ewlehiya Efrînê de berpirsyar e

Derketina şer di navbera girûpên çekdar li bajarê Efrînê gelek metirsiyan bi xwe re peyda dike. Siyasemedarên Kurd dibînin, bandorên wê li ser welatiyan dê xirab bin û Tirkiyê di ber vêketina vî şerî de berpirsyar e.

 

K24 – Qamişlo

Derketina şer di navbera girûpên çekdar li bajarê Efrînê gelek metirsiyan bi xwe re peyda dike. Siyasemedarên Kurd dibînin, bandorên wê li ser welatiyan dê xirab bin û Tirkiyê di ber vêketina vî şerî de berpirsyar e.

Şerê di navbera hin grûpên çekdar li bajarê Efrînê derketiye, gelek metirsiyan di nava xelkên wê de peyda kiriye, nemaze ku di vî şerî de artêşa Tirkiyê jî beşdar e û çekên giran têne bikaranîn. Artêşa niştîmanî bi piştgiriya artêşa Tirkiyê şerê grûpên Şuhada EL-Şerqiyê û artêşa rojhilat dikin, ew jî bi behaneya ku ev grûp malên welatiyan talan dikin. Ji aliyekî din ve siyasetmedarên Kurd dibînin ku sedemên vî şerî ew e, grûpên Şerqiyê yên ji bajarê Dêra Zorê ne daxwazênTirkiyê yên çûna rojhilatê Çemê Ferat red kirine. Tekez dikin jî berdewamiya vî şerî dê bandoreke xirab li bajarê Efrînê bike û pêwîste hêzên siyasî bêdeng nemînin.

Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) Hişmend Şêxo ji K24ê re got: “Dixwazin hin grûpan ber bi aliyê rojhilatê Ferêt û Minbicê bişînin, lewre şer û pevçûn di navbera wan de çê bûne. Em wek partiya Pêşverû dibînin ev kiryar bêhtir aloziyê di rewşa Efrînê de çê dike û bêhtir aramiyê ji jiyana rojane bidûr dixin. Ji hemû tevgera netewî ya Kurdî tê xwastin nêzîkbûn û lihevkirineke Kurdî – Kurdî bikin, da ku em bikarin em bi gelê xwe re li hember van kiryaran rawestin.”

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ku beşeke sereke ye di Îtilafa opozisyona Sûriyê de, serkirdeyên wê dibînin ku hebûna çi grûpên leşkerî di Efrînê de ne rewa ne. Herwiha ew tekez dikin jî, ku di riya hevdîtinên xwe bi rayedarên Tirkiyê re jê dixwazin ku bajarê Efrînê radestî xelkê wê bibe, ji ber ku grûpên leşkerî yên opozisyomnê gelek binpêkirin tê de kirine. Serkirdên ENKSê eşkere dikin jî, Tirkiyê bi piştgiriya wê ji van grûpan çekdar re, di ber berdewamiya şer de berpirsyar e.

Endamê Desteya Serkirdayetiya ENKSê Nihemt Dawûd ji K24ê re got: “Em tim dibêjin ku berpirsatiya Tirkiyê ew e, hemû grûpên çekdar ji Efrînê derbixe û îdareyek sivîl radestî Efrîniyan bikin ku bixwe û ew îdara devera xwe bikin û heta ev îdare bikare biser bikeve jî, divê parastineke navdewletî jê re hebe, Tirkiye bitenê nikare alîkar be di pirsa îdara Efrînê de, ji ber ku pirsgirêka Kurdî – Tirkî ya aşkere heye, ji ber vê parastineke navdewletî ji Efrînê re pêwîst e.”  

Ji beriya 2 rojan ve bi piştgiriya artêşa Tirkiyê, artêşa niştîmanî ku beşê leşkerî yê opozisyona Sûriyê ye, bi behaneya ku ev girûpana binpêkirina der heqê welatiyan de dikin, êrîşan li ser hin grûpên din dike, ta wan ji bajarê Efrînê derxînin. Lê hin şopîner dibînin ku ev şer yek ji fişarên Tirkiyê ye, da girûpên çekdar yên li Efrînê ne bibin devera rojhilatê Feratê.