MSD: Amerîka kar li ser beşdarîkirina me di çarekirina kirîza Sûryê de dike

Hevserokê Encûmena Sûrya Demokrat Riyad Derar ragihand, ku Amerîka kar li ser tevlîkirina wan di danûstendinên çarekirina kirîza Sûryê de dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hevserokê Encûmena Sûrya Demokrat Riyad Derar ragihand, ku Amerîka kar li ser tevlîkirina wan di danûstendinên çarekirina kirîza Sûryê de dike.

Riyad Derar diyar kir, ku tiştê Washington li Bakurê Sûryê dike di çarçoveya stiratejiya wê ya dem dirêj de ye.

Derbarê avakirina burcên çavdêriyê ji aliyê Amerîka ve, Derar got: Wê burcên çavdêriyê li Amûdê, Dirbêsiyê û Serê Kaniyê bên danîn û dibe ku li hejmarek ji navçeyên din ên li ser sînor bên danîn.

Navhatî zelal kir, ku ti mercên Amerîka li ser danîna wan burcan tine ye, ji ber ku rêketin di navbera wan û Amerîka de heye derbarê şerê li dijî DAIŞê û divê Amerîka navçeyên wan biparêze.

Hevserokê Eencûmena Sûrya Demokrat got jî: Pêşketinek di nerîna Amerîkî de çêbûye û dibe Amerîka tevahiya navçeyên di destê HSDê de biparêze, herwiha kar jî li ser tevlîkirina MSDê di nav danûstendinên çarekirina kirîza Sûryê de dike.

N.O