Amerîka: Îran çekên kîmawî vedişêre
K24 - Navenda Nûçeyan.
Nûnerê Amerîka di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî de Kenneth Ward ragihand, Îran çekên kîmawî devişêre û kar li ser hewandina çekên jehrawî û qedexekirî dike da di êrîşan de bikar bîne û ev yek peymana navdewletî ya qedexekirina çekên kîmawî binpê dike.
Kenneth Ward diyar kir, tirsa Amerîka ji wê yekê heye, ku Îran pirogramê xwe yê çekên qedexekirî veşartibe û ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî re eşkere nekiribe.
Herwiha Ward tekez kir, ku Îran dixwaze jehrawî ya xaza damaran berhem bîne û di êrîşan de bikar bîne.
Daxuyaniyên wî berpirsê Amerîkî di civîna Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî de hatin, ku her 5 salan tê lidarxistin.
Ji aliyê xwe ve, heya niha Îranê ti daxuyanî derbarê, tometên Nûnerê Amerîka di rêxistina navhatî de nedaye.
N.O