Diyarbekir: Rapora şiddetê ya li dijî jinê hate ragihandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Diyarbakirê, bi daxûyaniyekê, rapora xwe ya salekî ya Şiddeta li ser Jinê ragihand.
Li Bakurê Kurdistanê Komeleya Mafên Mirovan, di salekê de, şiddet û dijwariya li ser Jinê hatiye kirin, ji raya giştî re eşkere kir.
Rapor, îro li baregeha Komeleya Mafên Mirovan ya Diyarbekirê, ji layanê Endama Komisyona Komeleya Mafên Mirovan Parêzer Derya Yildirim ve hate xwendin.
Di raporê de, şiddet û dijwariya li ser jinê hate kirin, desthilata rexne kir û da zanîn:
"Siyaseta Dewletê ya li herêma bakurê Kurdistanê, Rewşa Awarte, girtina komeleyên jinan, ji kar dûrxistin, desteserkirina şarawaniyan, bi giştî 696 Jin kuştin û destdirêjî jî, nav de maxdûr bûn e.
C.B