Bernameya ROJEV dest bi weşanê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Bernameya ROJEV, ku dê mijarên germ ên siyasî yên rojeva bakurê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê bigihîne temaşevanan, her roja Îniyê û Şemiyê li Kurdistan24 TV, demj. 21:00 dê weşana xwe destpê bike.
ROJEV, ji alî rojnamevan Cemal Batun ve dê were pêşkeş kirin û bixwaze bi çav û sekna raya giştî ya rojava û bakurê Kurdistanê, bersîva rûdan û bûyerên siyasî werbigre.
Mêvanên bernameya ROJEV dê birêvebirên siyasî yên bakur û rojavayê Kurdistanê, zanyar, lêkoler, rewşenbîrên û pîsporên babetên rojevê bin..
Yekem bername dê sibe (23 Mijdarê) were ser ekranên Kurdistan24...