YPG: Xalên çavdêriyê yên Amerîka li cihên pêwîst tên danîn

Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd radigihîne, li her cihê pêwîst be, dê xalên çavdêriyê yên Amerîkayê li ser sînorê Tirkiyê bên danîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd radigihîne, li her cihê pêwîst be, dê xalên çavdêriyê yên Amerîkayê li ser sînorê Tirkiyê bên danîn.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis berî çend rojan got, ewê hejmarek ji xalên çavdêriyê li navçeyên bakurê Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê danin û armanca wan ji wê yekê ew e, ji bo rê li rûbirûbûna HSD û artêşa Tirkiyê were girtin.

Li ser vê pirsê Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd ji K24ê re li ser avakirina xalên çavdêriyê li ser sînorê Tirkiyê ji aliyê Amerîka ve got: “Di navbera me û Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de stratejiyên hevbeş hene, ev stratejî jî ji bo tunekirina DAIŞê û peydakirina armaniyê li bakurê Sûriyê bi taybet û Sûriyê bi gişt. Herwiha ji bo jinûve avakirina Sûriyê. Gavên wiha jî rotînî ne.”

Got jî: “Dema em êrîş dawî berîka DAIŞê dikin, ji aliyê Tirkiyê êrîş hatin ser me kirin, ev jî bû sedemek ku êrîşa me li ser DAIŞê 2 caran bê rawestandin. Pêwît e aramî li navçê hebe, ta DAIŞ were jinavbirin û ji ber vê pêwîst bû jî ev gava Amerîka bê avêtin.”

Li ser cihê avakirina xalên çavdêriyê, Peyvdarê YPGê got, li me îli her cihê pêwîst bike, dê xalên çavdêriyê li ser sînorê Tirkiyê werin danîn û ji bilî hêzên Amerîka dê hêzên wan jî li wan xalan hebin.

Demek e Enqere bi berdewamî gefên êrîşeke leşkerî li dijî HSDê li rojhilatê Firatî dixwe û dilgiraniya xwe ji hevkarî û hevahengiya di navbera Amerîka HSDê nîşan dide.

 

 

S. B