Li Efrînê qedexeya derketinê hat ragihandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê qedexeya derketina derve li Efrîn û Cindirêsê ragihandin.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ji îro sibê ve qedexeya derketina derve li Efrîn û Cindirêsê ragihandine û daxwaz ji welatiyan kirine di malên xwe de bimînin.
Wî jêderî da zanîn, nêzîkî hefteyekê ye car caran şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de li Efrînê derdikeve û vê yekê jiyana xelkê Efrînê xistiye metirsiyê, ku hin caran guleyên wan li malên welatiyên sivîl dikevein.
Hefteya bûrî jî li Efrînê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê ji aliyekî û grûpa bi navê Şuhada El-Şerqiyê de derket û qedexeya derketina derve li Efrînê hat ragihand.
S. B