Çaksazî di Wezareta Pêşmerge de ket warê bicîkirinê de

Îro bi amadebûna wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî û nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê, Konfirasê Çaksaziya Wezareta Pêşmerge li Hewlêrê destpê kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro bi amadebûna wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî û nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê, Konfirasê Çaksaziya Wezareta Pêşmerge li Hewlêrê destpê kir.

Kerîm Şingalî di gotina xwe di konfirans de ragihand, ku bîrokeya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de, yekem car di dîdareke Serok Barzanî û Wezîrê Bergiriya Birîtanya de hat behskirin, piştre ew bîroke bû pêşinyar û pilan ji bo rîforma giştî ji Wezareta Pêşmerge re hatin danîn û Amerîka û Almanya jî amadebûna xwe ji bo piştevanîkirina wê piroseyê dan xuyakirin.

Şingalî diyar kir, ku komîteyek ji bo wê mebestê hat pêkanîn û navê wê kirin Borda Çaksaziyê û heya niha wê komîteyê 35 kombûn lidar xistiye, di gava yekem de, komîteyê pirojeyek ji 35 xalan ji bo çaksaziyê amade kir û Wezareta Pêşmerge razîbûna xwe li ser wî pirojeyî da.

Kerîm Şingalî zelal kir, ku yek ji pêngavên Wezareta Pêşmerge ji bo çaksaziyê, damezirandina Rêveberiya Çaksaziyê ye û niha hejmarek efser ji bo wê Rêveberiyê hatine veguhestin û beşdariyê di korsên taybet ên çaksaziyê de dikin.

Eşkere jî kir, ku ji koma 35 xalan ji pirojeyê çaksaziyê, 5 xal hatine bicîkirin û di dema pêş de wê kar li ser bicîkirina  8 xalên din bê kirin û pirose berdewam dibe heya bidawî bê.

Her di wî konfiransî de, şêwirmendê serbazî yê Birîtanî kolonel Will Daves, di gotina xwe de diyar kir, ku pêwîst e her hêz û artêşek bi awayekî berdewam çaksaziyan bikin, daku ew artêş karibe bihêz bimîne.

Got jî: Pêwîstiya piroseya rîformê bi hevkariya aliyên siyasî û Hikûmetê jî heye.

N.O