“YNK bi hevbeşiya rasteqîne beşdarî hikûmeta nû dibe.”

Polîtburoya YNKê îro ji bo guftûgokirina raporta PDKê ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû amade kiriye civiya û piştî civînê bi daxuyaniyekê de naveroka civîna xwe aşkere kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîtburoya YNKê îro ji bo guftûgokirina raporta PDKê ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû amade kiriye civiya û piştî civînê bi daxuyaniyekê de naveroka civîna xwe aşkere kir.

Di beşeke daxuyaniya Polîtburoya YNKê de hat, “Rewşa Kurdistanê û guftûgoyên girêdayî bi pêkanîna kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin nirxandin. Berdewamiya guftûgoyên di navbera YNK û PDKê û aliyên din ji bo pêkanîna hikûmetê bi girîngî hat zanîn û di wê derbarê de tekezî li wê hat kirin, YNKê bi hevbeşiya rasteqîne û bi biryara hevbeş û berpirsatiya hevbeş beşdariya kabîneya nû ya hikûmetê dibe.”

Di civînê de amaje bi wê hat kirin, “Sermiyan û samanên Herêma Kurdistanê bi yeksanî bikeve xizmeta geşepêdana zêdetir a Kurdistanê, xizmeta xelkê û warên din xizmetguzariya perwerde, keştûkal, avedankirin, aramî û ewlehiyê û geşkirina abûriya Kurdistanê.”

Polîtburoya YNKê di daxuyaniyê de diyar kir, “Di tewereke din a civînê de, siyaseta çespandî û dîrokî ya YNKê derbarê parastina yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo vê qonaxê û bidestxistina mafên gelê Kurdistanê bi pêwîstiyeke girîng hat binavkirin.”

Li gor daxuyaniya Polîtburoya YNKê, biryar hat dayîn “Ji bo guftûgokirina pirsên siyasî yên Kurdistan û Iraqê û karûbarên partîtî, roja Sêşema bê Encûmena Serkirdatiya YNKê bicive.”

 

S. B