Erdogan: Bi dawiya 2019an re sîstema S 400 dikirin

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, bi dawiya sala 2019an re sîstema berevaniya mûşekî ya S 400 bi diravên xwecihî dikirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, bi dawiya sala 2019an re sîstema berevaniya mûşekî ya S 400 bi diravên xwecihî dikirin.

Erdogan li Firokxaneya Navdewletî ya Ataturk li Stenbolê berî çûna wî bo Argentînê û beşdariya di Lûtkeya G 20 de got: “Sîstema S 400 bi dirava xwecihî dê radestî me bibe.”

Pêştir, Wzîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihandibû, pirsa kirîna sîstema bervaniya mûşekî S 400 yekalî bûye û hilnaweşe.

Kongressa Amerîka di derbarê kirîna Tirkiyê wê sîstemê ji Rûsyayê de ragihandibû, heger Tirkiye wê sîstemê ji Rûsyayê bikire, ewê proseya firotana firokeyên F 35 bo Tirkiyê rawestînin.

Di meha Berçilaya 2017an de Rûsya û Tirkiye li ser firotana mûşekên S 400 bo Tirkiyê bi qerz lihev kiribûn. Tirkiyê beşeke pereyan bi xwe dide û beşê din wek qerz dimîne.

 

S. B