Sefîn Dizeyî rêkeftina Kerkûkê aşkere dike

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji K24ê re rêkeftina hinardekirina petola Kerkûkê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de aşkere kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji K24ê re rêkeftina hinardekirina petola Kerkûkê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de aşkere kir.

Sefîn Dizeyî ji K24ê re aşkere kir, rêkeftina hinaredekirina petrola Kerkûkê kete warê bicihkirinê û niha rojane 100 hezar bermîl petrol di riya boriyên Herêma Kurdistanê re bo Tirkiyê û bazara cîhanê tê hinaredekirin.

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, dahatiya wê petrolê ne tenê ji bo Iraqê dibe, belkû bo Herêma Kurdistanê jî dibe.

Herwiha da zanîn, pêştir dema Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bû, hatibû pêşniyazkirin ku petrola Kerkûkê di riya boriyên Herêma Kurdistanê re bo Tirkiyê û bazara cîhanê bê hinardekirin, lê ew yek nehat cibicîkirin.

Sefîn Dizeyî xuya kir, rêkeftin bi temamî tê bicihkirin û her aliyek jî sûdê jê werdigire.

 

S. B