Amerîka: Pêwendiyên me bi Kurdên Sûriyê re tektîkî û demkî ye

Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey di civîneke Kongressê derbarê Sûriyê de dibêje, pêwendî û stratejiya Amerîka bi Kurdên Sûriyê re tektîkî û demkî ye, ev yek jî ne bi dilê piraniya kongressmanan bû.

K24 – Washington

Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey di civîneke Kongressê derbarê Sûriyê de dibêje, pêwendî û stratejiya Amerîka bi Kurdên Sûriyê re tektîkî û demkî ye, ev yek jî ne bi dilê piraniya kongressmanan bû.

Beşê duyem ya civîna bihîstinê ya Kongressê derbarê siyaseta Amerîka li Sûriyê birêve çû, tê de endamên Komîta Karûbarên Derve ya Kongressê pirs ji du kesayetiyên girîng ên pêwendiya wan a sereke bi siyaseta Amerîka li Sûriyê hene James Jeffrey û Rêvebirê Alîkar di Ajansa Geşepêdana Navdewletî Robert Jenkins kirin.

Di bersiva kongressmanekî derbarê rol û çarenivîsa Kurdên Sûriyê ji nerîna siyasî ya Amerîka ve, James Jeffrey got: “Pêwendiyên me ne tenê bi partiyeke taybet a Kurd re ye, belkû bi partiyên din ên Kurdên Sûriyê re jî tektîkî û demkî ne, bo bidestanîna armancên me her du aliyan ne. Her aliyek vî karî di siyasetê de dike. Armanca me her duyan têkşikandina DAIŞê ye.”

Ev bersiva James Jeffrey bi dilê beşek ji kongressmanan nebû, bi taybet Gerald Connolly ew kongressmanê ku pirs arasteyî Jeffrey kiribû, Gerald Connolly bersiva wî wiha da: “Biryara bêalîbûnê di siyasetê de tiştek e û piştevaniya li dost û hevpeymanan ku xwîna xwe ji bo te rijandiye tiştekî din e. Kurd şer kir û xak jî azad kir.”

Her di vê derbarê de Seroka Şanazane (Honorary President) a Komîta Karûbarên Derve ya Kongressê Liana Rose wek wî kongressmanî ne bi bersiva James Jeffrey re bû.

Liana Rose ji K24ê re got: “Kurd hêzeke guhartinê ya erênî bû, wan şer kir. Ew dostê me ne, bawer nakim ji aliyê gelek welatan ve serederiya rewa bi wan re tê kirin. Divê em li wê yekê mikur bên ku rola wan ya erênî heye. Ev rastî ye û divê her kes li Amerîka jî xwe birpirsyarî be, li wê rastiyê mikur bê.”