Taşdemir: Namzedên HDP ne PKK, HDP destnîşan dike

Parlementera Partiya Demokrasî ya Gelan (HDP) û Berdevka Meclisa Jinan a HDP Dîlan Dîrayet Taşdemir beşdarî di bernameya ROJEV a Kurdistan24 de kir ...

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementera Partiya Demokrasî ya Gelan (HDP) û Berdevka Meclisa Jinan a HDP Dîlan Dîrayet Taşdemir beşdarî di bernameya ROJEV a Kurdistan24 de kir û liser hilbijartinê herêmî, rewş û sekna HDP, herweha girêdayî tometên pêwendiyên HDP bi PKK re bersîv dan.

Taşdemir siyaseta beramberî HDP a li Tirkiye wekî siyaseta têkbirina HDP binav kir û got ku, Operasyonên hemberî HDP di proseyên hilbijartinan de zêdetir dibin. Herweha desthilat û opozisyona Tirkiye ya Parlementoyê jî, di sekna xwe beramberî HDP wekî hevûdu ne, dixwazin HDP ji siyaseta navendî ya Tirkiye de îzole bikin. Bîngeha dijayetiya HDP jî, di binema ya xwe de dijberiya rastiya Kurd û Kurdistanê ye.

Liser nasnameya HDP ku xwe wekî  partiyek Tirkiyeyî binav dike got ku, di destpêk û avakirina HDP de gotinên weha liser HDP tunebûn, lê niha ev babet zêdetir tê munaqeşe kirin. Ew bi xwe hevkarên çepgîr ên Tirkiye, wekî partî û rêxistinên marjînal binav nake.

Liser sepandina Qeyyûman ji cihê şaredaran li bakurê Kurdistanê, wekî nenaskirina hiquqê destnîşan kir. Tometên desthilatê ku, PKK namzedên şaredariyên HDP diyar dike, Taşdemir wekî derewek mezin binav kir. Vê yekê wekî hincet destnîşankir û yên namzedên şaredariyan diyar dikin, HDP bi xwe ye. Liser pêkanîna siyaseta hendekan ji alî HDP û PKK ve, dîsa Taşdemir wekî derewek mezin anî ziman. Dozgerên ku li dij siyasetmedar û şaredaran jî darizandine jî, nekarîne iddiayên weha lidij HDP bînin ziman. Liser pêşkeşkirina derfetên şaredariyan bo PKK, Taşdemîr got: qet rastiyek weha nîn e. 102 Qeyyûm destnîşankirin e, û sedem ne ew e. Sedem dijminatiya Kurdan e.

Liser siyaseta hevpeymanî û tifaqê Taşdemîr diyarkir: pêkanîna tifaqê ligel partiyên Kurdistanî, ew vê yekê wekî pêwîstiyek mezin dibînin, ne tenê ji bo hilbijartinên herêmî, heremî herweha ji  o tifaqek Kurdistanî li bakur û seranser jî…