Li Efrîn û Cindirêsê 2 teqîn çê bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Duhî teqînek li Efrînê û teqînek li navçeya Cindirêsê rû dan û di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û hejmarek kesên din birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li Efrînê li ser riya Raco bombeyek bi otombîlekê de teqiya û di encamê de 2 çekdar hatin kuştin.
Herwiha da zanîn, li navçeya Cindirêsê li nêzîkî bargegehek grûpên çekdar teqiya û hin kes birîndar bûn.
Berî sê rojan jî otombîleke bomebarkirî li nêzîkî baregaha Ehrar El- Şam li Cindirêsê teqiyabû û di encamê de 2 çekdar hatibûn kuştin û 5 çekdarên din jî birîndar bûbûn.
Ji navîna meha bûrî ve li Efrînê şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û hin grûpên çekdar li dijî grûpa Şuhada el-Şerqiyê derket û piştî gelek kuştî û birîndara grûpa Şuhada el-Şerqiyê çekên xwe danîn.
Li gor zanyariyên K24, ji wê demê ve, rewş li Efrînê ne ewle û aram e û car caran teqe, pevçûn û teqîn rû didin, piraniya wan jî di nava çekdaran bixwe de dibin.
Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê jî amaje bi wan teqînan kir û ragihand, grûpên çekdar bi armanca derxistina nearamî û enewlehiyê wan teqînan dikin, ji bo xelkê Efrînê neçar bibe ji cih û malên xwe derkevin û koçber bibin.
S. B