Rojnameya Tirkî: Amerika dê şerê me bike, em dê bersîv bidin
K24 – Navenda Nûçeyan
Nivîskarê rojnameya Star a Tirk Ardan Zenturk , di gotara xwe ya îroyîn de bi sernivîsa “Amerika bi biryar e şerê me bike, hûn tênagihin?” diyarkir ku, Amerika derdora Tirkiye pêça ye û dixwaze şerê Tirkiye bike.
Ligor Zenturk, Amerika çendîn proje dan e pêşya xwe:
Hatiye Qibris a Rum û ligel wan di Deryaya Naverast de li gaz a sirûştî digere, ku tê bawerkirin berhema bi trilyonên dolaran bide.
Dixwaze rê lipêş Tirkiye bigre, ku mûşekên S-400 ji Rûsya bikire û bi vî awayî bergiriya Tirkiye lawaz bimîn e.
Wezîrê Derve yê Amerika Pompeo ligel Wezîrê Derve yê Ukrayna Klimkin rêkeftina hevkariya stratejîk imze kirin e û di vê rêkeftinê beşê enerjiyê de, armanc Tirkiye ye.
Amerika projeyan hemberî Tirkiye derbasî jiyanê dike, dixwaze hevkariya enerjiyê ya di navbeyna Rûsya-Tirkiye de têk bide.
Hember aboriya Tirkiye şer ragihand û di demên pêş de jî, dê van planên xwe dubare bike.
Ligel Israilê dê Dewlet a Kurd damezrîn e…
Zenturk piştî van nirxandinan, gotara xwe weha diqedîn e:
Amerika derdora Tirkiye pêçandiye û dê şerê Tirkiye bike!
Tirkiye jî amade ye û dê bersîva Amerika bide…
C.B