Berfê rêyên 169 navçe û gundên Wanê girt
K24 – navenda Nûçeyan
Ji ber barîna berfê, rê û gihiştina 169 navçe, gund û bajarokên Wanê hatine girtin.
Şaredariya Mezin Ya Wanê ragihand ku ji bo vekirina rêyan û gihiştina welatiyan hewldan û xebatên xwe didomînin.
Bi taybet navçeyên wek Ebak û Ebaxê rêyên navçeyan jî û gund û mezrikên ser bi wan ve bi temamî hatine girtin.