Şandeke PDKê bo pêkanîna hikûmetê diçe Silêmaniyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) sibe serdana Silêmaniyê dike û ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê dicive.
Endamê Serkirdatiya PDKê Bilind Îsmaîl ji K24ê re ragihand, sibe şandeke PDKê bi mebesta guftûgokirina pirsa pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Silêmaniyê dike û ligel YNK û Tevgera Goranê dicive.
Bilind Îsmaîl da zanîn jî, şanda PDKê ji Azad Berwarî, Mehmûd Mihemed, Hêmin Hewramî û Derset Sofî pêk tê.
PDK bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê guftûgoya ev cara sêyemîn e ligel YNKê û Tevgera Goranê dicive.
S. B