Serokomarê Îranê serdana Enqerê dike

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser vexwendina fermî yê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî îro diçe Enqereyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser vexwendina fermî yê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî îro diçe Enqereyê.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di çarçoveya serdana xwe de dê beşdarî Kombûna Desteya Stratejîk a Asta Bilind a Tirkiye û Îranê bibe ku ev civîna pêncemîn a her du welatan e.

Tirkiye û Îran bi vê civînê  armanc dikin, qebareya bazirganiya xwe bikin 30 milyar Dolar.

Herwiha pirsa Sûriyeyê, şerê PKKê û mijarên din ên navçeyê jî rojevên hevdîtinên Rûhanî û Erdoganî ne.

Seredana Rûhanî di demekê de ye ku, Tirkiye gefa Operasyonê li rojavayê Kurdistanê xwariye û heta niha di vê babetê de Komara Islamî helwêstek zelal eşkere nekiriye.

Serdana Hesen Rûhanî li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan  pêk tê. Serdana Rûhanî dê 2 rojan li Tirkiyê berdewam bike.

 

S. B