Putin: Ti nîşanek ji bo vekişîna Amerîka ji Sûriyê tune ye

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand, vekişîna Amerîka ji Sûriyê pêngaveke durist e, lê nizanim ji bo çi di vê demê de hat ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand, vekişîna Amerîka ji Sûriyê pêngaveke durist e, lê nizanim ji bo çi di vê demê de hat ragihandin. 

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn di konferansa salane ya berfereh de bersiva rojnamevanên ji seranserî cîhan da.Peyamnêrê K24ê li Moskoyê Xoşewî Mihemed û tîma K24ê di wê konferansê de beşdar in.

Putin got: “Hebûna artêşa Amerîka li Sûriyê ne rewa ye û vekişandina wê pêngevake dirust e. Lê ta niha ti nîşanek ji bo vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê tune ye.”

Herwiha Serokê Rûsyayê got: “Nizanim mebest ji vekişandina hêzên Amerîkî çi ye, Amerîka 17 sal in li Efganistanê ye û her sal jî behsa vekişandina xwe ji welatî dike û hîna li wir e.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî li ser hejmara xwe yê Twîtterê gotibû: "Di heyama Serokatiya min de tekane sedema hebûna me ya li Sûriyê DAIŞ bû û me ew jî têk bir."

Berdevka Qesra Spi Sarah Sandersê jî wiha gotibû: "Di têkoşîna dijî DAIŞê de em derbasî heyameke nû bûn û me dest pê kir em leşkerên Amerîkayê bi paş ve dikşînin."

Demeke Tirkiye û li ser zarê bilindtirîn rayedaran gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojhilatê çemê Firatê dixwe, lê Amerîka ew gefên Tirkiyê bi karekê nerast didîtin û xalên çavdêriyê li ser sînor di navbera Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê de ava kiribûn.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis di meha bûrî de gotibû, armanca danîna wan xalên çavdêriyê ji bo rê li rûbirûbûna HSD û artêşa Tirkiyê were girtin.

Piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî, Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di yekem karvedan de di daxuyaniyekê de ragihand, Ew biryar dê bandoreke nerênî li ser operasyona li dijî DAIŞê bike û dê rê bide ku careke din rêxistina terorê xwe birêk bixe.

Herwiha HSDê dibêje, operasyona li dijî DAIŞê bidawî nebûye û di qonaxeke hestiyar de ye û pêwîstiya wê piştevaniyeke zêdetir ji aliyê civaka navdewletî û Hevpeymaniya Navdewletî ve heye, ne ku vekişandina wê ji wê navçê.

 

S. B