Serok Barzanî: Ji rewşa rewşa gelê Kurd li Sûriye dilgiran im

Serok Barzanî lidor rewşa rojavayê Kurdistanê û Sûriyê peyamek belavkir û ragihand, rewşa gelê Kurd li Sûriyê cihê dilgiraniyê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî lidor rewşa rojavayê Kurdistanê û Sûriyê peyamek belavkir û ragihand, rewşa gelê Kurd li Sûriyê cihê dilgiraniyê ye. 

Serok Barzanî diyar dike, bûyer û pêşhateyên vê dawiyê yên Sûriyê û bi taybet rewşa gelê Kurd li wî welatî cihê dilgiraniyê ye, û beriya niha jî, liser pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê û ew rewşa li rojava çêbû, têbînî û dilgiraniyên xwe ragihandin û nedibû bigiha vê rewşa niha.

Di peyama Serok Barzanî de hatiye, hejmarek zêde yên welatiyên Kurdên Sûriyê di jiyana penaberiyê de dijin. Êrîşên terorîstên DAIŞê û rewşa nelibar a siyasî û gefên din di salên borî de, xelkê Kurd li Sûriyê gelek azar dan û niha jî, şerê DAIŞê temam nebûye û hêvîdar im bûyerên vê dawiyê û pêşhateyên nû, nebin sedemê wê yekê ku, tundûtujî û şer serîhilde, welatî û gelê Kurd li Sûriyê zehmetî û êşa zêdetir nebînin.

 

 

C.B