HSD û rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo civînek encamdan

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragehandiye ku, îro serkirdayetiya Hêzên Sûriya Demokrat HSD û şandek ji Hêzên rejîma Sûriyê li çargoşeya ewlekarî li bajarê Qamişlo civînek encam dan e

K24 – Navenda Nûçeyan

HSD û rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo civînek encamdan.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragehandiye ku, îro serkirdayetiya Hêzên Sûriya Demokrat HSD û şandek ji Hêzên rejîma Sûriyê li çargoşeya ewlekarî li bajarê Qamişlo civînek encam dan e.

Rewangehê da zanîn ku, civîn di derbarê pêşeroja deverê û biryara vekişandina Hêzên Amerîkî ji Sûriyê  û gefên Artêşa Tirkiyê bû. Herwiha Rewangehê eşkere kir ku, di civînê de  behsa radestkirina hin kêlgehên petrolê li rojhilatê Feratê  ji bo rejîma Sûriyê hatiye kirin.

 

 

 

C.B