Balî: Biryara Trump bandorek neyênî li şerê dijî terorê dike

Berpirsê Navenda Ragihandinê yê HSD Mistefa Balî ji Kurdistan24 re ragihand ku, Biryara vekşîna Hêzên Amerika ji rojhilatê Firatê/rojavayê Kurdistanê biryarek bilez û neçaverîkirî bû ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Navenda Ragihandinê yê HSD Mistefa Balî ji Kurdistan24 re ragihand ku, Biryara vekşîna Hêzên Amerika ji rojhilatê Firatê/rojavayê Kurdistanê biryarek bilez û neçaverîkirî bû ye. Heta berpirsên Amerika li deverê jî ne li hêviya biryarek weha bûn e.

Ev biryar bandorek neyênî li şerê dijî têkoşîn şerê DAIŞê, herweha grûbên din ên terorist jî dike. Herweha di demek hestyar, ku Tirkiye gefan li rojavayê Kurdistanê dike hatiye dan. Ger di proseyek weha de Tirkiye gefên xwe bike rastî, ew neçar dibin hêzên xwe hemberî Operasyonek weha rêkbixin. Ev yek jî, têkoşîn û şerê dijî DAIŞ lawaz dike. Helwêsta Fransa, Brîtanya û hin aliyên din ên Hevpeymaniya Navneteweyî, ku dê cîhê Hêzên Amerîkî xwe jê vekşînin dabigrin, bi erênî nirxand.

Balî destnîşankir ku, Şerê dijî terorê ne tenê erk a Kurdan, herweha ya Civata Navneteweyî û dive cîhan bi vê erkê xwe rabe. Ger liser erdê hêza piştevanî ji HSD re nebe, bûgûman ew dê li alternatîfên din bigerin: ev yek Rûsya dibe yan Îran dibe. Liser pêkhatina civînê ligel rejîmê jî, ev wekî alternatîfek di vê proseyê de anî ziman.

Berpirsê Navenda Ragihandinê yê HSD hewlên diyalogê di navbeyna tevgera Kurd de, çi di asta navxweyî çi di asta derve de bi erênî pênase kir û diyarkir ku, ew bi germî pêşwaziya diyalogek weha dikin.