Fransa piştgiriya xwe ji şerê terorê yê HSD re nîşan dide

Hikumeta Fransayê piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokrat re tekez dike...

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikumeta Fransayê piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokrat re tekez dike.

Ligor beyannameyek ji Koçka Ellyse, Şêwirmendên Serokê Fransayê Emmanuel Macron  digel nûnerên Hêzên Sûriya Demokrat Îlham Ehmed û Riyad Drar civiyan û ji aliyê xwe ve piştgiriya Fransa ji wan re, ji bo şerê terorê tekez kirin.

Wezîra Berevanî ya Fransayê Florence Parly ragihandibû, ew ni digel şiroveyên, ku behsa jinavbirina yekcarî ya DAIŞê li Sûriyê dikin in.

Parly got jî, biryara Amerîka ya vekşandinê ji Sûriyê, biryarek metirsîdar e.

 

 

C.B