Tirkiye ji bo Operasyonê li piştgiriya Rûsya jî digere

Hikûmeta Tirkiyê ji bo operasyoneke li dijî rojhilatê Firatê / rojavayê Kurdistanê hewl dide, ji Rusyayê jî, piştgiriyê werbigre

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê ji bo operasyoneke li dijî rojhilatê Firatê / rojavayê Kurdistanê hewl dide, ji Rusyayê jî, piştgiriyê werbigre.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî kombûna heftane ya Partiya xwe ji medyayê re axifî. Erdogan dibêje, li Suriyê, vekişîna Amerîkayê û hebûna hêzên Hevpeymanan 2 tiştên ji hev cûda ne û hişê wan, niha li ser  biryara Amerîkayê ye. Erdogan herwiha dixwaze digel Serokê Rusyayê Putîn jî kom bibe.

“Amerîka berpirsiyariya xwe anî cih û vekişîna xwe ya ji Suriyê ragihand. Lê daxûyaniya Macron cûda ye. Lewma em jî, berê xwe didin daxûyaniya Trump û digel wî danûstandinek baş dikin. Ji alîkî din ve jî, şandeyeke me dê van rojan biçe Moskow. Piştî ko hevalên me ji Moskowa vegeriyan ez ê jî, digel Putîn kom bibim.”

Lê Kremlîn vê daxûyaniya Erdogan red dike.

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov dibêje, ji bo demek nêzik di bernameya  Putîn de civînek digel Erdogan nîn e.

Di navbera van daxûyaniyan de, ji meydana şerî jî agahiyên germ belav dibin. Ji alîyek ve Arteşa Tirkiyê ji bo operasyonê lezê dide xwe û bi sedan leşker û tank û topavêjên bi cûreya Obûs rêdike ser sînorê Suriyê. Ji alîkî din ve jî, Hêzên hikûmeta Suriyê dikevin Minbicê.

Ajansa Fermî ya Hikûmeta Tirkiyê radighîne ko, hejmarek ji hêzên rejîma Şamê bi 50 wesaîtên zirxpoş ên leşkerî ketin e Minbicê.

 

 

 

C.B