Derwîş: Rêkeftin bo Minbicê çê bibe, dikarin bi rêjîmê re kar bikin

Encûmena Leşkerî ya Minbicê radigihîne, artêşa Tirkiyê û çekdarên El-Nusra û DAIŞê li dora Minbicê kom bûne û xwe amade dikin êrîş bikin, lê ew jî ji bo beravaniyê di amadebaşiyê de ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Leşkerî ya Minbicê radigihîne, artêşa Tirkiyê û çekdarên El-Nusra û DAIŞê li dora Minbicê kom bûne û xwe amade dikin êrîş bikin, lê ew jî ji bo beravaniyê di amadebaşiyê de ne.

Peyvdarê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş ji K24ê re ragihand, piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî, her aliyek Ddixwaze Minbicê bigire, niha hêzên Tirkiye û artêşa Tirkiyê û çekdarên El-Nusra û DAIŞê li dora Minbicê kom bûne û dixwazin êrîş bikin.

Herwiha got: Di heman demê de hêzên rêjîma Sûriyê nêzîkî Minbicê bûne û tevgera wan heye. Berê xaleke Rûsyayê li gundê Arîmah ê Minbicê hebû, lê dema êrîşa Efrînê vekişiyabû, niha dîsa ew vegerîn wê xalê.

Amaje bi wê kir, Encûmena Leşkerî ya Minbicê hemû hêzên xwe li bereyan belav kirine û ketine amadebaşiyê. Heya niha rewş aram e, lê heger ti pêşhatek çê bibe ew amade ne berevaniyê bikin.

Li ser rewşa gundê Arîmah got, berî salekê xaleke Rûsî û rêjîma Sûriyê lê hebûye, niha dîsa di bin çavdêriya Rûsyayê de xalên rêjîma Sûriyê û xalên Encûmena Leşkerî ya Minbicê jî hene.

Diyar kir jî, heta niha ti rêkeftinek di navbera wan û rêjîma Sûriyê de nîn e. Niha aliyên siyasî bi Rûsya û rêjîma Sûriyê re di danûstandinê de ne, heger çi rêkeftin çê bibin, ew dikarin bi hev re kar bikin.

 

 

S. B