Grûpeke Heşda Şeibî gefê li hêzên Amerîka dixwe
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpa ser bi Heşda Şeibî ve “Asa'ib Ahl al-Haq” gefê li hêzên Amerîka yên li Iraqê dixwe, heger ew bi biryarekê ji Parlemantoya Iraqê dernekevin, ewê wan neçar bikin ku wek sala 2011an derkevin.
Serokê grûpa Asa'ib Ahl al-Haq Qeys El-Xezalî bersiva serdana Serokê Amerîka Donalt Trump ji Iraqê re da û li Twittera xwe nivîsî: “Serdana Trump ji navendeke leşkerî ya Iraqê re bêyî rênimayên dîplomasî, rastiya projeya Amerîka li Iraqê aşkere dike.”
Qeys El-Xezalî gotinênxwe arasteyî Trump kir û got: “Bersiva Iraqiyan dê bi biryarekê ji Parlemantoyê be ji bo tu hêzên xwe bi zorê derxe. Heger dernekevin, ezmûn û karîna me heye ji bo derxistina wan bi awayekî din, hêzên te yên 2011an stûxwar derketine wê dizanin.”
Serokê Amerîka bi awayekî nişkaveyî gihîşt Iraqê û serdana hêzên Amerîkî li navendeke leşkerî kiribû, bêyî ku ligel berpirsên Iraqê bicive.
S. B