Rejîma Sûriyê hêzên zêdetir şandin Minbicê

Artêşa Sûriyê hêzên zêdetir dişîne sînorê Minbicê û Serkirdeyek Ceyş el siwar hemahengiya ligel rejîmê eşkere dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Sûriyê hêzên zêdetir dişîne sînorê Minbicê û Serkirdeyek Ceyş el siwar hemahengiya ligel rejîmê eşkere dike.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihandiye ku, bi sedan ji hêzên rejîma Sûriyê û  mîlîşyatên  ligel gihiştin e hin deverên nêzîkî bajarê Minbicê li bakurê rojhilatê Helebê.  Ji aliyê xwe ve, Cîgirê  Fermandarê Giştî yê Ceyş el Iswar ku beşek ji Encûmena Serbazî ya Minbicê ye Ehmed el Sultan, ku bi Ebû el 'Erac tê naskirin ji Kurdistan24 re eşkere kir ku, beriya du rojan ew ligel şandek rejîma Sûriyê li bajarê Minbic civiyane. Ew jî, ji bo hemahenegiya zêdetir di derbarê gefên Tirkiyê û parastina deverê de. Ebû el 'Erac got jî, heta niha jî Hêzên Amerîkî  ligel Hêzên Fransî ji bajarê Minbic venekişiyan e û li wê deverê jî, gerên xwe yên çavdêriyê  berdewam dikin.

 

 

C.B