Akar: Xebata me ya derxistina YPG ji Minbic berdewam e
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar diyarkir "Jibo ku YPGê ji Minbicê derbixin, xebata wan berdewam dike."
Hulusî Akar, di derbarê Rojavayê Kurdistanê û Minbicê de, daxûyaniyek da.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê da zanîn: “Wan ji bo ku PYD-HSD û grûbên din ên ligel wan ber bi Rojavayê Bakurê Suriyê ve, pêşde neçin, tedbirên pêwîst girtin e”.
Akar da zanîn: ew ligor peymana Astanayê tevdigerin ku aramiyê li Surîyê çêbikin.
Lê, ewqas şandina leşkeran, grûbên İslamî yên girêdayî wan û amadekariyên êrişa li ser deverên Kurdî, cihê gumana daxûyaniya Akar bû.
C.B