Karayilan: Em dê şerê gerilla bi şêwazek nû birêve bibin

Karayilan bi peyamek nû sala 2019 an şîrovekir û got: Hedefa Tirkiyê ya sereke tunekirina gerilla ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Konseya Rêveber ya KCKê Murat Karayilan got: "Sala 2019 an, êrişên Tirkiyê dê berferehtir bibin, ew jî, dê şerê gerila  bi şêwazek nû berferehtir bikin".

Karayilan bi peyamek nû sala 2019 an şîrovekir û got: Hedefa Tirkiyê ya sereke tunekirina gerilla ye.

Karayilan, grevên birçîbûnê ya Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven silav kir û got: "Çalakiyên gel li her deverên cîhanê berdewam dikin,  ev çalaki parastina rûmeta gele me ye."

Murat Karayilan da zanîn, êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê dê rewşek nû bi xwe re biafirîn e û şer jî, dê berferehtir bibe.

Ligor Karayilan, hem Rojava hem jî li Başurê Kurdistanê, Tirkiyê xwe amadeyi şerek berfireh dike, lê ew dê bi berxwedana gerila û çalakiyên gel, hemû êrişan vala derbixin.

 

 

C.B