“PDK ne amade ye rêkeftineke dualî bi YNKê re bike”

Partiya Demokrat a Kurdistanê ne amade ye rêkeftineke dualî bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re bike û bi pêwîstî dizane ku hevpeymaniyek di navbera aliyên siyasî de hebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê ne amade ye rêkeftineke dualî bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re bike û bi pêwîstî dizane ku hevpeymaniyek di navbera aliyên siyasî de hebe.

Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî ji K24ê re ragihand, PDK bi pêwîstî dizane hevpeymaniyek (mîsaq şeref) hêzên siyasî yên Kurdistanê bi hev girê bide, da ku xiyanetiyeke din wek a sala 1966an û 16ê Mijdarê 2017an dubare nebe.

Amaje bi wê yekê jî kir, ji bo pêkanîna kabîney nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor destkefta hilbijartinê serederiyê bi aliyên din re dikin.

Diyar kir jî, PDK bi YNK û Tevgera Goranê û aliyên din û pêkhateyên din ên Kurdistanê di guftûgoyê de ne ji bo pêkanîna hikûmeta nû.

Derbarê hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê de jî, wî serkirdeyên PDKê got, PDK bi wê yekê re ye ku Herêma Kurdistanê bibe xwedî destûr û Serokê Herêma Kurdistanê ji nava gel bê hilbijartin, lê ji ber ku hîna destûr nîn e û niha derfet nîne hilbijartineke din bê kirin, bi PDKê baş e Serokê Herêma Kurdistanê ji nava Parlemantoyê bê hilbijartin û ji bo qonaxa bê heger çawa di destûrê de hat, li gor destûr bê hilbijartin .

 

S. B