Trump: Kurd dê bêne parastin

Senatorekî Amerîkî aşkere dike: “Amerîka vekişîna xwe ya ji Suriyê dereng dixe û Amerîka dê di navbera Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê de herêmek tampon ava bike.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Senatorekî Amerîkî aşkere dike: “Amerîka vekişîna xwe ya ji Suriyê dereng dixe û Amerîka dê di navbera Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê de herêmek tampon ava bike.”

Senatorê Amerîkî yê Komariyan Lindsey Graham digel Serokê Amerîkayê Donald Trump kom bû. Piştî civînê ji Graham ji rojnamevanan re ragihand, Di civînê de vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyê hate axaftin. Serok Trump pêdeçûneke nû li ser vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê dike. Vekişîna ji Sûriyê dê dereng bixe.”

Graham diyar kir, Trump dema serdana leşkerên Amerîkî li Iraqê kiriye, fermandaran jê re gotine ku DAIŞ bi temamî bidawî nebûye.

Graham ê ku rexne li Serokê Amerîka digirt, li Twittera xwe jî nivîsî: “Serok Trump hin tişt ji min re gotin, min berê li ser Sûriyê nizanîbû, vê carê ez dilniya me ku dizanin li Sûriyê bi kîjan arasteyê ve diçin.”

Senatorê Amerîkî yê Komariyan Lindsey Graham got jî: “Her vekişîneke ji Sûriyê divê DAIŞê bi temamî hatibe jinavbirin, nabe Îran cihê vala dagire û divê Kurd bêne parastin.”

Herwiha got: “Trump naxwaze di navbera YPG û Tirkiyeyê de şer rû bide. Ji bo vê jî Trump dê ji bo avakirina herêmeke tampon a di navbera Tirkiye û Amerîkayê de gerentî bide Tirkiyeyê.”

Got jî, Ew naxwazin di navbera Kurd û Tirkan de şer rû bide. Şerê Kurd û Tirkan dê fişara li ser DAIŞê kêm bike û Îran sûd ji vê yekê werbigre.

Serokê Amerîka Donald Trump berî çend rojan biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji dabû, wê biryarê gelek karvedan li pişt xwe anî, Wezîrê Bergîriyê James Mettis biryar destberdana ji kar da.

Piştî vê biryarê jî, Tirkiye hêzê ber bi Minbicê li navçeyên “Mertala Firatê” ve dişîne û amadekariyên êrîşî ser wî bajarî dike.

Ji aliyekî din ve, Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar ên Sûriyê berî sê rojan di daxuyaniyekê de ragihandibû, yekîneyên ji artêşa Sûriyê derbasî gundewarê Minbicê bûne û ala Sûriyê li wê derverê hildane.

Lê şanderê K24ê bo Minbicê Ekrem Salih da zanîn, hîna hêzên Amerîkî û Fransî li Minbicê li xalên xwe ne û ji Minbicê ta çemê Sacûrê li bakurê rojavayê Minbicê hebûna wan heye û ti proseya vekişînê nebûye.

 

S. B