YPG dema danîna çekê xwe aşkere dike

Peyvdarê fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd radigihîne, piştî çarenivîsa temam a krîza Sûriyê, YPGê çekê xwe datîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd radigihîne, piştî çarenivîsa temam a krîza Sûriyê, YPGê çekê xwe datîne.

Li gor nûçeyeke kenala “alhadath”, Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd got, derbasbûna artêşa Sûriyê bo Minbicê di çarçova pabendbûna hêzên hikûmetê bi parastina tevahiya xaka Sûriyê de tê, ji ber ku li gor destûrê ew hêza rewa ye.

Got jî, çekên Amerîka dane wan di şerê li dijî terorê de bikar dihat. Herwiha got jî, şerê li dijî DAIŞê hîna berdewam e.

Piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişîna ji Sûriye û Rojavayê Kuridstanê, artêşa Tirkiyê hêzên xwe derbasî navçeyên Mertala Firatê kirine û grûpên çekdar jî li nêzîkî Minbicê bicih kirine û hewl dide derbasî nava Minbicê bibin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneya Parastina Gel (YPG) bang li hikûmeta Sûriyê kir ku bajarê Minbicê ji gefên Tirkiyê biparêze û hêzên xwe bişîne wî bajarî.

Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar ên Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandibû, yekîneyên ji artêşa Sûriyê derbasî gundewarê Minbicê bûne û ala Sûriyê li wê derverê hildane.

  

S. B