ENKS hatina navê Mesrûr Barzanî di lîsta rêjîma Sûriyê de şermezar dike

Sekretariyeta Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de bi tundî ew lîsteya rêjîma Sûriyê şermezar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku desteyek bi navê “Desteya Rûbirûbûna Spîkirina Pereyan û Jinavbirina Terorê” a ser bi rêjîma Sûriyê ve lîsteyek bi navê çend kesayetî û qewareyan belav kir û got ku ew alîkariya terorê dikin û navê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di lîsteyê de aniye, Sekretariyeta Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de bi tundî ew lîsteya rêjîma Sûriyê şermezar kir.

Sekretariyeta ENKSê duhî bi daxuyaniyekê bersiva rêjîma Sûriyê da û ragihand, “Desteya Rûbirûbûna Spîkirina Pereyan û Jinavbirina Terorê ya ser bi rêjîma Sûriyê ve lîsteyek bi navê hejmarek ji kesayetî û qewareyan belav kiriye, ku ew piştevaniya terorê dikin, gelek cihê şermezariyê ye ku navê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê de hatiye.”

Herwiha ENKS destnîşan kiriye, “Hatina navê Mesrûr Barzanî di wê lîsteyê de, asta pûçbûna wê desteyê di şêwandin, sextekirin û veşartina rastiyan de diyar dike. Dûr û nêzîk her aliyek girîngiya rola Herêma Kurdistanê û serkirdatiya wê û di nava wê de Birêz Mesrûr Barzanî di rûbirûbûna terorê de wek hevparekî çalak di Hevpeymaniya Navdewletî a jinabirina terorê de dizane, ku hemû cîhan li wê mikur tê ku ew şer ji bo berevanîkirin û parastina mirovatiyê dikin.”

Herwiha di daxuyaniya ENKSê de hat jî, “Herwiha ev şovenism jî dizanin ku 250 hezar welatiyên Sûriyê ji dojeha Sûrî û terorê reviyane û li Herêma Kurdistanê di ewlehiyê de dijîn û ji aliyê serkirdatiya Kurd û di nava wê de Mesrûr Barzanî ve piştevanî û hevkarî bi wan re tên kirin.”

Di beşeke din a daxuyaniya Sekretareya ENKSê de hatiye, “Di dirêjahiya salên şerê li Sûriyê de, serkirdatiya Herêma Kurdistanê her dem daxwazkarê aştî û çareserkirina krîza Sûriyê bi riyên aştiyane û siyasî bû û hevsozê mezin ê gelê Sûriyê bi giştî û bi taybet hevsozê gelê Kurd bû û berevanî li mafên wan ên netewî yên rewa dike.”

Di dawiyê de jî ENKS tekezî li wê yekê kir, “Tometbarkirina Mesrûr Barzanî, ji kesayetî û rola wî ya serkirdatî û ya mirovî û rol û pêgeha Herêma Kurdistanê kêm nake, belkû rêza li wî li cem kesên azad, xwedî rûmet û kesên di rûyê terorê de rawestiyane zêde dike.”

 

S. B