Êrîşa DAIŞ li Hewîce 1kuştî, 1 brîndar

Di encama êrîşekê de li nêzîkî bajarokê Hewîcê yê li başûrê Kerkûkê kesekî jiyana jidest da, yek kes jî brîndar bû

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama êrîşekê de li nêzîkî bajarokê Hewîcê yê li başûrê Kerkûkê kesekî jiyana jidest da, yek kes jî brîndar bû.

Ligor agahdariyên ji deverê li nêzîkî bajarokê Hewîce liser rêya gundekî bi navê Ebdulla Yasin,  rêxistina terorî DAIŞê bombeyek ji dûr ve kontrolkirî teqand û di encam de 2 baryîn ku di otombilekê de bûn, 1 ji wan jiyana jidest da, ye din jî brîndar bû.

Efrasyav Kamil ji Dezgeha Ragihandina Polisê Kerkûkî diyarkir ku, ew bombe ya hatî teqandin, ji dûr ve hatiye kontrol kirin.

 

 

C.B