Li Qamişlo şeva sersalê gelek sivîl bûn qurbaniyên guleyan

Li bajarê Qamişlo di şeva sersalê de gelek guleyên çekan hatine berdan û di encama wan guleyên bêserûberî de hin welatiyên sivîl bûne qurbanî.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qamişlo di şeva sersalê de gelek guleyên çekan hatine berdan û di encama wan guleyên bêserûberî de hin welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Ev ne dîmenên eniyeke şer in û ne jî merasîmên kêfxweşiya rizgarkirina deverekê ye, lê belê ev dîmenên şeva sersala bajarê Qamişlo ne, wek tê dîtin guleyên çekan bê serûberî têne berdan. Alaa zaroka 9 salî ku li mala bapîrê xwe şeva sersalê pîroz dikir, bû qurbaniya guleyeke bêserûberî û eger ne ji dilovaniya xwedê ba, eger bû jiyana xwe ya mayî li ser kursiyekî qedandiba.

Ebdulmesîh Hena ciwanê ji pêkhata Xiristiyanî jî piştî sersalê bi nîv demjimêrê, ewjî rastî guleyekê hat. Bavê Ebdulmesîh dibêje, gule li pişta wî ket û di hinavê wî re derbas bû û di zikê wî re derket. Herweha bavê Ebdulmesîh dibêje, ew kesên guleya berdidin eger e bibine sedema ku konekî şînê li ber deriyê malbatekê bê danîn.

Berî niha jî bûyerên hevawa li bajarê Qamişlo rû dan û ji ber wê jî hejmarek ji çalakvanên deverê mangirtinên nerazîbûnê lidar xistin û ji saziyên têkildar xwestin ku van kiryaran rawestînin.

Tevlî ku Asayişa Giştî li deverê di daxuyaniyekê de qedexekirina berdana guleyan di şeva sersalê de ragihandibû jî, lê şeva sersalê bû mîna eniyeke şer û di encamê de gelek kes birîndar bûn û bûne qurbaniyên guleyên bêserûberî.