PDK-S: Divê PYD û KNK zemîneyê ji yekrêziyê re peyda bike

Kongira Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi destpêşxeriyeke lihevhatinê radibe û ji bo vê mebestê komîtekê ji 5 kesên serbixwe ava dike, da bi hemû aliyên siyasî re bicive. Hin serkirdeyên PDK-Sê jî dibînin ku bêyî serbestberdana girtiyan û vekirina nivîsgehên partiyan ti zemîne ji lihevhatinê re çê nabe.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Kongira Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi destpêşxeriyeke lihevhatinê radibe û ji bo vê mebestê komîtekê ji 5 kesên serbixwe ava dike, da bi hemû aliyên siyasî re bicive. Hin serkirdeyên PDK-Sê jî dibînin ku bêyî serbestberdana girtiyan û vekirina nivîsgehên partiyan ti zemîne ji lihevhatinê re çê nabe.

Li ser daxwaza Konseya Rêvebir ya Kongira Netewî ya Kurdistanê (KNK) komîtek ji hin kesayetên serbixwe li Rojavayê Kurdistanê hate avakirin, da ku danûstandinê bi hemû aliyên siyasî û saziyên civaka sivîl re bike. Li gorî daxuyaniya komîta navbûrî, armancên wan avakirina helwesteke hevbeş ji bo bicihkirina mafê gelê Kurd di Sûriyê de ye. Endamên komîtê didin zanîn jî ku ji ber ku di dema dawî de Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd rastî gefên tund tên, ewê di gel hemû aliyên siyasî re bicivin, da ku bi erkên xwe rabin û hemû nakokî û pirsgirêkên xwe piştguh bikin.

Endama Komîta Danûsitandinê yak u ji aliyê KNKê ve hatiye destnîşankirin Derya Remedan ji K24ê re got: “Me komîtek ava kir û komîte heta jê bê, dê têkliyan di nava hêz û partiyên siyasî de bike, ji ber ku her tim nakokî ne di nava gel û saziyan de ne, nakokî û neyekhelwestiya Kurd di nav hêzên siyasî de ne, anku partiyên siyasî her tim nakok in, nêzîkî hev nabin û kar û xebatê bi hev re nakin. Ev komîta ku ji 5 kesên serbixwe hatiye avakirin û bandora wan li ser civakê hene û dê li ser sazî û partiyên siyasî jî hebin.”

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yek ji aliyên siyasî yên sereke ye di Rojavayê Kurdistanê de, ku navendên wan hîna girtî ne û endamên wê jî ji aliyê Asayîşa Rojava ve têne girtin, serkirdên wê didin zanîn jî ku ta nuha nivîsgehên partiyên ENKSê nehatine vekirin, herwiha gelek girtiyên wan jî di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hene û tekez dikin ku pêwîst e Rêveberiya Xweser zemînekê ji danûstandinê re peyda bike, ji ber ta niha karê ENKSê li Rojavayê Kurdistanê tê qedexekirin.

Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ji K24ê re wiha axivî: “Aliyê xwediyê yekrêziya Kurdî û daxwaza yekrêziya gelê Kurdî dike em in. Em bi giyaneke birpirsyar li hember gelê xwe û ev tengaviyên li ser miletê me de pê dihesin û em hez dikin ku heyamek peyda bibe ku tevgera siyasî û yekrêziya gelê Kurd tê de peyda bibe, lê mixabin het niha PYD û ewên di desthilatê de ne heta niha ti derfet peyda nekirine, hîna nivîsgehên me girtî ne û hîna girtiyên me di zîndanan de ne û kadroyên derkirî ne”     

Piştî civînekê li bajarê Qamişlo, Kongira Netewî ya Kurdî (KNK) komîtek ji 5 kesên serbixwe avakir, û bêyî çi şert û mercan ev komît dê hevdîtinan bi hemû aliyan re bike û pêşbîn e di demeke kurt de encamên van hevdîtinan werin ragihandin.