Omer: Destpêşxeriya KNKê ji bo parastina destkeftiyên Kurd e

Endamê Konseya Rêvebir ya Kongira Netewî ya Kurdistanê (KNK) a Rojavayê Kurdistanê Ebdilkerîm Omer radigihîne, gefên Tirkiyê li ser rûmeta gelê Kurd e û Rojavayê Kurdistanê di qonaxa hebûn û nemanê re derbas dibe, divê partî û aliyên siyasî nakokiyên xwe bidin aliyekî.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Konseya Rêvebir ya Kongira Netewî ya Kurdistanê (KNK) a Rojavayê Kurdistanê Ebdilkerîm Omer radigihîne, gefên Tirkiyê li ser rûmeta gelê Kurd e û Rojavayê Kurdistanê di qonaxa hebûn û nemanê re derbas dibe, divê partî û aliyên siyasî nakokiyên xwe bidin aliyekî.

Ebdilkerîm Omer li ser destpêşxeriya KNKê ya nêzîkbûna aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re got, KNK komîtek ji 5 kesên serbixwe destnîşan kir ji bo pêwendiyê bi partî û aliyên siyasî re bike, ta ku karibe yekhelwestî û yekrêziyekê li Rojavayê Kurdistanê ava bike û ji bo ku destkeftiyên ketine destê me biparêze, ji ber ku di vê qonaxa awarte de ya ku em tê re derbas dibin, em bi gefên mezin ên Tirkiyê re rûbirû ne.”

Li ser derfeta avakirina zemîneyeke nêzîkbûnê di navbera aliyên Kurdî de, Omer got: Di çarçoveya gefên li ser rûmeta Kurdî de tên kirin. Rojavayê Kurdistanê di qonaxa hebûn û nemanê re derbas dibe, jixwe yekîtî û yekrêziya tevgera siyasî ya Kurdî ti caran rê li ber gefên Tirkiyê nagire. Fobya Tirkiyê ne ji aliyekî Kurdî ye, belkû ji tevahiya gelê Kurd e. Pêwîst e em wek Kurd bi hev re rûnin û em pêşeroja xwe û stratejiya Kurd û nexşerêyekê ji çareserkirina pirsa Kurdî re danin.”

Herwiha got: “Me xwast bi hev re rûnin û biryarekê bidin û biçin konferanseke netewî ji Kurdên Rojava re û komîteka amadekar ava bikin tê de li ser perensîp û pêvanên yekîtiya netewî lihev bikin.”

Got jî: “Cara yekem ji şansek ji me Kurdan re hatiye ku rolekê bilîzin û derfetek hatiye ku destkeftiyên xwe biparêzin û destkeftî ne yên aliyekî siyasî ne, ew destkeftiyên Kurdan e, loma pêwîst e her aliyek ji me nakokiyên xwe bidin aliyekî.

Kongira Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi destpêşxeriyeke lihevhatinê di navbera alî û partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de radibe û ji bo vê mebestê komîtekê ji 5 kesên serbixwe ava dike, da bi hemû aliyên siyasî re bicive.

Li ser wê destpêşxeriyê jî Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ji K24ê re got: “PYD û desthilata li Rojavayê Kurdistanê heta niha ti derfet û zemîneyek peyda nekirine, jib o yekrêziya Kurdî û hîna nivîsgehên ENKS û partiyê girtî ne û hîna endamên wan di zîndanên wan de girtî ne.”

     

 

S. B