Polîsa Silêmaniyê hûrgiliyên kuştina zarokekî Rojavayê Kurdistanê belav dike

Polîsa Silêmaniyê mikurhatina tomebarekî belav dike, ku roja 29ê Adara 2018an zarokekî Rojavayê Kurdistanê kuştiye belav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîsa Silêmaniyê mikurhatina tomebarekî belav dike, ku roja 29ê Adara 2018an zarokekî Rojavayê Kurdistanê kuştiye belav dike.

Roja 29ê Adara 2018an zarokekî 3 salî yê Rojavayê Kurdistanê bi navê Mistefa li pêş mala xwe li kampa Barîka ya li Silêmaniya winda bûbû. Dê û bavê Mistefa jî li binkeya Polîsa Erebet a ser bi Silêmaniyê ve gilî tomar kiribûn. Roja 1ê Nîsana 2018an hêzên polîs termê zarokê 3 salî Mistefa li ser riya Erbet – Warmawa (Zerayen) termê Mistefa dîtin.

Li gor daxuyaniya Polîsa Silêmaniyê, roja 9ê Tebaxa 2018an kesek bi navê (M. K. H) bi tometa kuştina wî zarokî desteser kirin. Tometbar destpêkê li tawana xwe mikur nehat û bêagahdariya xwe nîşan da.

Lê piştî lêkolîna polîsan li ser otombîla wî tometbarî, hin belge wek şûnwarê xwîn û porê wî zarokî ketin destê wan. Piştî destketina belgeyan, tometbar roja 2ê Çileya 2019an li tawana xwe mikur hat.

Polîsa Silêmaniyê li ser zarê tometbar belav kir, tometbar li bi otombîla xwe li wî zarokî da û piştre wî ew zarok xiste sindoqê otombîla xwe û ber bi nahiya Zerayen biriye, piştî zanî ku ew zarok miriye, destpêkê wî xwastiye termê zarok bibe ji xwediyê wî re, lê ew ji kombûna xelkê li pêş deriyê bavê wî tirsiya ye û piştre termê zarok avêtiye derveyî kampê.