Îran dilgiraniya xwe beramberî Yekîtiya Ewrûpa nîşan dide

Nûnerê Îranê li Yekîtiya Ewrûpayê dibêje, guman a wan ji alîkariya Yekîtiya Ewrûpayê ji bo wan heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Îranê li Yekîtiya Ewrûpayê dibêje, guman a wan ji alîkariya Yekîtiya Ewrûpayê ji bo wan heye.

Ev yek di demekê de ye, piştî derketina Amerîka ji rêkeftina atomî ya ligel Îranê, ku biryar bû welatên Ewrûpa hêsankariya bazirganî ji bo Îranê kiriba, da ku dorpêçên Amerîka bêbandor bibin.

Lê berpirsên Îranê dibêjin Ewropa pêngavên cidî ji bo alîkariya Îranê ne avêtin e.

Herweha gelek şirketên mezin ên Ewrûpayî, dinav de yên neftê, otombîlan, esmanî û h w d, xwe ji bazara Îranê vekşandin, ku bandorek neyênî li Îranê kir. Baweriya bi pêşerojek baş ji aboriya Îranê re lawaztir kir.

 

 

C.B