PKK êrîş kir: Leşkerek hate kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Gerîlayên PKKyê êrîşê bingeheke leşkerî kirin. Leşkerek hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Îro danê sibê li bajarokê Aralikê ya bi ser Îdirê gerîlayên PKKyê bi ser bingeheke leşkerî de reşandin û şerek dijwar rû da. Di encamê de leşkerek canê xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê Arteşa Tirkiyeyê dijî gerîlayên PKKyê operasyoneke berfireh da destpêkirin.
Bingeha leşkerî li ser sînorê Tirkiye û Îranê ye û PKK berî niha bi 2 mehan dîsa avêtibû ser wê bingehê û leşkerek birîndar bû bû.
C.B