Tirkiye karwanek din ê leşkerî rêkir ser sînorê rojavayê Kurdistanê

Artêşa Tirkiyê, karwanek din ê leşkerî û alavên leşkerî ku çekên giran jî nav de, rêkirin ser sinorê Rojavayê Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê, karwanek din ê leşkerî û alavên leşkerî ku çekên giran jî nav de, rêkirin ser sinorê Rojavayê Kurdistanê.

Karwanê Leşkerî yê Artêşa Tirkiyê, ji navçeya Kilîsê rêkeftîn û ber bi sinorê Rojavayê Kurdistan aliyê Ezazê ve, hatin birêkirin.

Karwanê Artêşa Tirkiyê, ji tank, zirîpoş, tirêleyên leşkerî û otobûs an, pêk dihat.

Hate zanîn ku bi armanca zêdekirina leşkerên xwe, yên di nav xaka Sûrîyê de, ev karwane hatiye birêkirin.

Herçend Tirkiye ragihandiye ku, hewla Operasyonek leşkerî beramberî rojhilatê Firatê jib o dema niha rawestandin e, lê liser erdê Tirkiye hêzên xwe ser sînorê rojavayê Kurdistanê her zêde dike.

 

 

 

C.B