Tirkiye daxwaza Amerîka derbarê S 400 de red dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Hewleke din a Amerîka ji bo razîkirina Tirkiyê ku sîstema S 400 ji Rûsyayê nekire, têk çû.
Ajansa “Yeni Şafak” belav kir, Amerîka qayil bû 80 mûşekên Patriot min 104 û GEM –T 0 MSE bi buhaya 3.5 milyar Dolar bifiroşe Tirkiyê, lê Tirkiye daxwaza şikanina nirx û pereyên veguhastina çêkirina teknolojî dike.
Wê ajansê amaje bi wê yekê, hewla Amerîkî ji bo Tirkiye sîstema berevaniya S 400 ji Rûsyayê nekire, di serdana şanda Amerîka ya di vê hefteyê de hat.
Amaje bi wê jî kir, nirxê kirîna S 400 ji Tirkiyê re biqasî sê qatan erzantir e.
Di meha Berçilaya 2017an de Rûsya û Tirkiye li ser firotana mûşekên S 400 bo Tirkiyê bi qerz lihev kiribûn. Tirkiyê beşeke pereyan bi xwe dide û beşê din wek qerz dimîne.
Derbarê guftûgoyên Washington û Enqerê li ser kirîna Patriota Amerîkî, Peyvdarê Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov ragihandibû, kirîna sîstema mûşekî Patriota Amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve, ti pêwendiya wê bi firotana sîstema S 400 a Rûsî re nîn e. Mosko û Enqere ji bo bicihkirina girêbesta xwe berdewam in.
Pêştir çend rojnameyên Amerîkî belav kiribû, yek ji sedemên biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê vedigere firotana sîstema mûşekî a Patriota ji Tirkiyê re ye.
S. B