Erdogan: Bila Tirkiye herêma ewle ava bike

Erdogan: Li Suriyê bi erenî nêzikî avakirina herêmeke ewle dibin û ger Amerîka piştgirîya Tirkiyê bike, em dikarin herêma ewle ava bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan  radighîne: Herêma ewle ya li Suriyê, dê ji aliyê Tirkiyê ve were avakirin.

Erdogan piştî kombûna heftane ya Partiya xwe li Parlementoyê bersiva pirsên rojnamevanan da û got: Ew li Suriyê bi erenî nêzikî avakirina herêmeke ewle dibin û ger Amerîka piştgirîya Tirkiyê bike, ew dikarin herêma ewle ava bikin. Lê bi ti awayî nabe YPG di nava xebata avakirina herêma ewle de cih bigre. Tirkiye dikare bi Hêzên Hevpeymanan re hevkarî bike.

Erdogan amî ziman: “Ew ji gefên Seroka Amerîkayê Donald Trump dilgiran bûne lê duhî şevê bi riya telefonê pêwendiyek erenî danîn e û li ser pirsa Suriyê têgihiştina wan yek e”.

Ligor Erdogan, dê Tirkiye li Suriyê di kûrahiya 30 kîlometreyan de herêmeke ewle ava bike.

 

 

 

C.B